Ragehandina liyêkgiheştina niftê di navbera Bexda û Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i355376-ragehandina_liyêkgiheştina_niftê_di_navbera_bexda_û_hewlêrê
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê got: Hewlêr û Bexda derbarê niftê û derhatên ne-niftê de li yêk gihîştine.
(last modified 2025-07-16T11:29:52+00:00 )
Tîrmeh 16, 2025 14:36 Asia/Tehran
  • Ragehandina liyêkgiheştina niftê di navbera Bexda û Hewlêrê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê got: Hewlêr û Bexda derbarê niftê û derhatên ne-niftê de li yêk gihîştine.

Pêşewa Hewramanî berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, îro got ku Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, naveroka liyêkgiheştinameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê derbarê niftê û derhata ne-niftê de di civîna îro ya Desteya Wezîran de xistiye rojevê û Desteya Wezîran piştî nirxandina wê ew  pejirandiye.

Hewramanî her wiha got: Liyêkgihîştina berayî derbarê  niftê û derhata ne niftê bûye û ev destpêka rêketineke berfireh e.Wî got: Hikûmeta federal li gorî vê liyêkgişetinê, mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên çend mehên borî dide.