Gireva karmendên Silêmaniyê ji ber nedîyarbûna dema dayîna miaşê wan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i355081-gireva_karmendên_silêmaniyê_ji_ber_nedîyarbûna_dema_dayîna_miaşê_wan
Ji ber paşdemayîn û nezelaliya dema belavkirina miaşa meha Gulanê, hejmarek ji karmendên Silêmaniyê ketine grevê.
(last modified 2025-06-11T12:11:47+00:00 )
Hezîran 11, 2025 10:52 Asia/Tehran
  • Gireva karmendên Silêmaniyê ji ber nedîyarbûna dema dayîna miaşê wan

Ji ber paşdemayîn û nezelaliya dema belavkirina miaşa meha Gulanê, hejmarek ji karmendên Silêmaniyê ketine grevê.

Karmend neçûne ser  kar û dewamê û ragehandine ku heta rewşa miaşa wan neyê zelalkirin ew dê venegerin ser karê xwe.

Ev alûgur di demekê de diqewimin ku çavkaniyekê li Herêma Kurdistanê çend rojan berê ragihandibû ku hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê neçar kiriye ku  tevhaiya dahata xwe raberî Bexdayê bike û heta ku şertê Bexdayê neyê qebûlkirin, ti muzakire di navbera Bexda û Hewlêrê de derbarê mişaşa meha Gulanê de nayê kirin.