Berdevkê YNKê: Ihtimala venihêrînê di daxwazên me da heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354882-berdevkê_ynkê_ihtimala_venihêrînê_di_daxwazên_me_da_heye
Berdevkê YNKê ragihand ku ihtimala venihêrînê di daxwazên vê yekitîyê derbara postên kilîdî di hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê da heye.
(last modified 2025-05-28T12:36:14+00:00 )
May 28, 2025 12:42 Asia/Tehran
  • Berdevkê YNKê: Ihtimala venihêrînê di daxwazên me da heye

Berdevkê YNKê ragihand ku ihtimala venihêrînê di daxwazên vê yekitîyê derbara postên kilîdî di hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê da heye.

Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê YNKê ragihand: Polîtbîroya YNKê îro bi serokatîya Bafil Talebanî civîya û di civînê da mijarên girîng ji wan pêkanîna kabîna dehan a hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin hilkolandin. 

Wî herwiha got: Di vê civînê da, dawîn encamên muzakireyên desteyên YNK û PDKê derbara pêkanîna kabîna nû da hatin hilkolandin.

Berdevkê YNKê herwiha got: Diqewime di civînên bê yên derheq pêkanîna kabîna nû da, daxwazên me têkildarî postên kilîdî û hikûmî, bê venihêrîn û guhertin. Wî pêgirî kir: YNK dixwaze ku kabîna nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê zûtirkê were pêkanîn.