Divê PKK were sînordarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354476-divê_pkk_were_sînordarkirin
Şêwirmendê leşkerî yê serokê Herêma Kurdistanê dibêje ku reftara PKKê ne ser xêra ti aliyekî ye û nayê qebûlkirin. 
(last modified 2025-04-30T11:41:03+00:00 )
Nîsan 30, 2025 14:07 Asia/Tehran
  • Divê PKK were sînordarkirin

Şêwirmendê leşkerî yê serokê Herêma Kurdistanê dibêje ku reftara PKKê ne ser xêra ti aliyekî ye û nayê qebûlkirin. 

Babekir Zêbarî got: Kiryarên PKKê nayên qebûlkirin û ev kom nîşan dide ku naxwaze bikeve bin fermana Ebdullah Ocalan. Wî her wiha got: Reftarên PKKê  derbeyê li wê dixin. Divê ew were sînordarkirin û rê neyê dayîn ku ji viya zêdetir tundrewiyê bike. 

Zebarî her wiha tekez kir ku PKK dixwaze ewlehiya Herêma Kurdistanê li hev bixe. Ew divê di bin fermana Ebdullah Ocalan de be û ji xeynî demajoya aştiyê çareseriyeke din tuneye.