Peyama pîrozbayî ya Nêçîrvan Barzanî ji bo rêberê qedirbilind û rayedarên Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i353932-peyama_pîrozbayî_ya_nêçîrvan_barzanî_ji_bo_rêberê_qedirbilind_û_rayedarên_Îranê
Bi helkefta hatina cejna Newrozê ya kevnar û destpêka sala nû, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî ayetulah Xamineyî, rêberê qedirbilind ê Îranê, Mesûd Pêzêşkiyan, serokomar, Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê Meclisa Şêwra Îslamî û Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 24, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbayî ya Nêçîrvan Barzanî ji bo rêberê qedirbilind û rayedarên Îranê

Bi helkefta hatina cejna Newrozê ya kevnar û destpêka sala nû, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî ayetulah Xamineyî, rêberê qedirbilind ê Îranê, Mesûd Pêzêşkiyan, serokomar, Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê Meclisa Şêwra Îslamî û Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê kir.

Di peyama pîrozbayî ya Newrozê de, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, got: Hêvîdar im cejna Newrozê wek cejneke hevbeş a di navbera me û gelên herêmê de, bibe sedema aramî, tenahî û istiqrarê ji bo her kesî û ji her kesî re bextewariyê bîne. 

Barzanî li ser amadetî û xwesteka xwe ji bo xurtkirin, berfirekirin û bihêzkirina peywend û hevkariyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê de li ser bingeha rêzgirtin, cînzretiya baş û her wiha berjewendiyên hevpar tpêgîrî kiriye.