Tekeziya Qobad Talebanî ser beşdariya wekhev bi Partiyê di rêveberiyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i353586-tekeziya_qobad_talebanî_ser_beşdariya_wekhev_bi_partiyê_di_rêveberiyê_de
Qubad Talebanî , Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser dewama muzakirên jibo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Yekîtiya Niştîmani dixwaze beşdarî biryarên girîng û stratejîk bibe û naxwaze tenê bi awayekî formalîte di hikûmetê de çalak be.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 28, 2025 16:05 Asia/Tehran
  • Tekeziya Qobad Talebanî ser beşdariya wekhev bi Partiyê di rêveberiyê de

Qubad Talebanî , Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser dewama muzakirên jibo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Yekîtiya Niştîmani dixwaze beşdarî biryarên girîng û stratejîk bibe û naxwaze tenê bi awayekî formalîte di hikûmetê de çalak be.

Cîgirê serokwezîrê herêma kurdistana Iraqê amaje bi vê yekê kir ku armanca Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di kabîneya dehem a hikûmeta herêmê de ew e ku di pêkanîna hikûmetê de bibe şirîkê rastîn ne ku bi tenê bi awayekî sembolîk beşdar dibe. Wî  ragehand, hewldanên  jibo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê tim berdewam in û tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dixwaze di pêkhateya hikûmetê de şirîkekî rastîn be   û naxwaze tenê wek aliyek beşdar hevkariyê bike .

Qubad Talebanî got ku civînên vê dawiyê cidîtir bûne û mijar bi hesasiyeteke zêdetir hatine hilkolandin û got: Ez bi geşbînî dibêjim ku qonaxên kar bi başî pêş ve çûne.