Êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser sînorê Amêdiyê
Sibat 27, 2025 16:50 Asia/Tehran
Medyaya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di encama êrişa artêşa Tirkiyê bi xwefiran ser wesayitekê li devera sînorî ya Amêdiyê, fermandeyek û 2 endamên PKK`ê hatin kuştin.
Dezgeha Dijî Terorê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku xwefirên artêşa Tirkiyê îro otombîleke PKKê li nêzîkî gundê Melaberkê li navçeya Çemankê ya bajarê Amêdî ya parêzgeha Dihokê kirin armanc.
Di daxuyaniyê de hatiye ku di encama vê êrişê de fermandeyek û 2 endamê PKK hatin kuştin, endamekî vê komê ji bê ser û şûn bûye.