Kanûn 16, 2024 18:15 Asia/Tehran
  • Liv û tevgerên bi guman ên Tirkiyê li Iraqê

Çavkaniyên agehdar behsa liv û tevgerên bi guman ên Tirkiyê li Iraq û li nêzîkî Herêma Kurdistanê dikin.

Çavkaniyekî agehdar ragihand, tîmên endazyariyê yên artêşa Tirkiyê bi awayekî nepenî li pênc deverên çiyayî yên  Iraqê li  16 km ya sînorê Herêma  Kurdistanê sîstemên ragihandinê danîne.

Hîn ne diyar e ka ev sîstemên ragihandinê di çarçova leşkerî yan ne leşkerî de kar dikin. Eva di halkeî de ye ku  xetên telefonê yên Tirkiyê li derveyî sînorên vî welatî  dixebitin û  danîna sîstemên peywendiyê yên wê di hundirê Iraqê de,  gelek pirsiyar  derbarê hegera danîna van sîsteman bi taybetî li nêzîkî Herêma Kurdistanê çê kiriye.

Çavkaniyên agehdar her wiha  ragihandin ku Tirkiye hejmara leşkerên xwe li  meqerên xwe yên herî girîng  li Neynewaya Iraqê zêde kiriye.

Baregeha Zelîkan a li nêzî  Beşîqê di sê rojên derbasbûyî de şehedê ketina hêzên taybet ên Tirkiyê bi wesayîtên zirxî bûye.

Serepeyv