Îlon 30, 2024 19:22 Asia/Tehran
  • Komela Dadgerîyê ya Kurdistanê: Israyîl bi terorkirinê, xwe ji nav dibe

Konseya Bilind a Komela Dadgerîyê ya Kurdistanê di daxûyanîyekê da terorkirina Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê şermezar kir û ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi terorkirina rêberên filistînî û libnanî yê xwe zêdetir nuqumî qobîya jinavçûnê bike.

Konseya Bilind a Komela Dadgerîyê ya Kurdistanê di vê daxûyanîyê da herwiha ragihand ku destpêkirina şerê Libnanê û terorkirina Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê bi destê Rejîma Sîyonîst rewşa herêmê ber bi qonaxeke bitaluke ku nayê payîn kaş dike.Di dewama vê daxûyanîya Konseya Bilind a Komela Dadgerîyê ya Kurdistanê da wiha hatîye: Terorkirina Seyîd Hesen Nesrullah û hejmareke rêvebirên vê tevgerê berdêla wê berevanîyê ye ku wî û hevrêyên wî ji Fiilstînê û gelê Xezzeyê ji destpêka operasyona Bahoza Eqsayê va kirin.Komela Dadgerî ya Kurdistanê tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî ragihand ku bawerîya wê li sozên Xwedê û pêxemberê wî heye, demeke kurt û kêm maye ta ku em Rojhilata Navîn a bêyî Rejîma Sîyonîst û hovîtîyên welatên rojavayî bibînin.Şêx Edhem Barzanî sîyasetvanê berbiçav ê Herêma Kurdistanê jî di peyamekê da ji ber şehîdkirina Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê sersaxî da û nivîsî: Bi xem û kovanê, nûçeya şehîdkirina Seyîd Hesen Nesrullah wergirt û ji ber vê bûyera xembar, ji dil û can sersaxîyê didim malbata wî û gelê berxwdêr ê Libnanê.