Îlon 24, 2024 20:16 Asia/Tehran
  • Sibê wê teblîxatên hilbijartinê  Herîm ê destpê bikin

Civata Komîsariyaya Hilbijartinên Iraqê di civîneka çapemeniyê da ragihand, sibê Çarşemiyê wê teblîxata hilbijartinê destpê bike û wê heta 15`ê meha ku tê jî berdewam bike.

Dadwer Umer Ehmed, serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê di civîneka çapemeniyê da ragihand, Civata Komîsyaran îro civiya û lîsteya berendamên hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê pesend kiriye ku hejmara wan hezar û 190 kes e. Wî herwiha got: Li gorî biryara Civata Komîsyaran, sibê Çarşemiyê, wê teblîxat ji bo hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê destpê bike.Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, herwiha diyar kir, komîsyonê pêngavên mezin bona bicihanîna karên pêvajoya dewra şeşan a hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ku biryar e 2024/10/20 bi rêve here hilanîne.