Tebax 23, 2024 19:54 Asia/Tehran
  • Tirkiyeyê bi xwefirrê êrişî otomobîlekê li Silêmaniyê kir

Di encama êrişa xwefirreka Tirkîyê li devera Seyidsadiqê ya Silêmaniyê 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndarkirin.

Şirketa Medyayî ya Çetr`ê ragihand ku du rojnamegerên wan di encama vê êrişa da bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest dane.Li bara vê êrişê da saziya dije terora herêma kurdistan ê ya ser bi PDK di daxuyaniyekê de ragihand ku xwefirreka artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Tepereş ser bi navçeya Seîd Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê, otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de berpirsekî PKKê, şofêrê wî û çekdarekî pê re hatin kuştin.Gubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî li vê barê da ragihand ku qurbaniyên êrişa xwefirrê li nêzîkî navçeya Seîd Sadiq du rojnamevanên jin bûn, ne endamên hêzeke çekdar in ku bibin metirsî li ser ewlehî û aramiya tu welat û navçeyekê