Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Piştgiriya Îranê bo Filistînê hêjayî pesindayînê ye
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tevî ragihandina piştgiriya xwe ji doza gelê Filistînê got: Piştgiriya Îranê ji Filistînê hêjayî pesindayînê ye û Îranê di qonaxên taybet de alîkariya hemû tevgerên Kurdî kiriye.
Xelîl Îbrahîm, Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di hevpeyvînekê de got:
Mesela Filistînê meseleyeke îslamî û mirovî ye. Meseleya miletekî misilman û mezlûm e ku axa wî hatiye dagirkirin.
Li ser her Mislimanekî ferz e ku li her dera cîhanê piştgiriyê bide meseleya Filistînê û bi wê re hevxemiyê bike. Meseleya Qudsê meseleya hemû umeta Îslamê ye û nabe ku wê bi tenê bi milletê Filistînê û bi Ereb, Hemas û Tehrîrê re ve sînodar bikin.
Vî rayedarê kurd ê iraqî di dewamê de got: Hebûna siyonîzmê li navçê ji bo umeta misilmanweke ofeya kanserê ye.
Siyonîzm wek xencereke jehrî ye ku li leşê Filistînê ketiye û rê li ber yekitiyaumeta îslamî digire û pêşiya demokrasî, pêşketin ûgeşatiya navçeyê digire.Xelîl Îbrahîm derbarê piştgiriya Îranê ji Hemasê û pirsa Filistînê jî got: Helwesta Îranê li hember Filistînê hêjayî pesindayînê ye.
Wî got ku ti tevgereke kurdî li Iraqê nîne ku li hinek qonaxan Îranê alîkariya wan nekiribe.