Li bajarê Silêmaniyê pêşangehek ya peykeran ji bo 19 peykersazên kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i343962-li_bajarê_silêmaniyê_pêşangehek_ya_peykeran_ji_bo_19_peykersazên_kurd
Duh li Salona Netewî ya Emnesoreke ya Silêmaniyê, ji aliyê Navenda Hewt Renge di pêşangeheke peykeran de 60 peykerên 19 hûnermendên kurd hatin pêşandan.
(last modified 2023-10-04T08:50:21+00:00 )
Çirî 04, 2023 12:16 Asia/Tehran
  • Li bajarê Silêmaniyê pêşangehek ya peykeran ji bo 19 peykersazên kurd

Duh li Salona Netewî ya Emnesoreke ya Silêmaniyê, ji aliyê Navenda Hewt Renge di pêşangeheke peykeran de 60 peykerên 19 hûnermendên kurd hatin pêşandan.

Berpirsê pêşangehê Bextiyar Reşîd ji têkildarî pêşangehê got: “Navenda Hewt Renge ev sala dûyemîne ku pêşangeheke peykersaziya Kurdî vedike û 19 peykersazên kurd bi 60 peykerên bi mezinahiyên cuda beşdarî pêşangehê bûne.”

Bextiyar Reşîd da zanîn ku ji du mijaran pêk tên ku ew jî portreyên şexsî û çîrokên Kurdî ne û got; “Pêşangeh dê pênc rojan berdewam bike û emê hewl bidin di salên pêş de qada pêşangehê berfirehtir bikin da ku hûnermendên din jî tê de cih bigirin.