YNK’yê teyarkirina HSD’yê bi helîkopteran derew zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i340721-ynk’yê_teyarkirina_hsd’yê_bi_helîkopteran_derew_zanî
Endamekî Desteya Rêbertiyê ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek berteka li hemberî gotinên Çawûşoglû ragihand: YNK’yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi helîkopteran pergal nekiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2023 10:38 Asia/Tehran
  • YNK’yê teyarkirina HSD’yê bi helîkopteran derew zanî

Endamekî Desteya Rêbertiyê ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek berteka li hemberî gotinên Çawûşoglû ragihand: YNK’yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi helîkopteran pergal nekiriye.

‘Birhan Şêx Reûd’ endamê YNK’yê gotinên ‘Mewlûd Çawûşoglû’ Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê derbarê hevkariya Yekitîya Niştîmanî digel HSD’yê û dabînkirina helîkopteran bo van hêzan derew zanî.

Wî got: HSD hêzeke fermî ya beşdar di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê ye û hevkariya YNK’yê pê ra tenê di vê çarçovê da pêk tê.

Hêjayî gotinê ye, ‘Mewlûd Çawûşoglû’ Wezîrê Derve yê Tirkiyê wek berteka li hemberî ketina helîkopterekê li parêzgeha Dihokê di nîveka Adarê da, di hevpeyîvneke televîzyonî da got: “Li gor zanyariyên ku me bi dest xistine, helîkoptera bikarhatî ji aliyê terorîstan va, ji aliyê YNK’yê li Silmaniyê ji bo wan hatiye dabînkirin.”