Li Şingalê dronekê êrişî otomobîleke YBŞê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i339855-li_Şingalê_dronekê_êrişî_otomobîleke_ybŞê_kir
Firokeyeke bê firokevan li Şingalê otomobîlek kir armanc û li gor agahiyan berpirsekî YBŞê ku rêveberekî Asayîşa Êzîdxanê ye, hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2023 13:55 Asia/Tehran
  • Li Şingalê dronekê êrişî otomobîleke YBŞê kir

Firokeyeke bê firokevan li Şingalê otomobîlek kir armanc û li gor agahiyan berpirsekî YBŞê ku rêveberekî Asayîşa Êzîdxanê ye, hatiye kuştin.

 

Dezgeha Dije-terorê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, droneke Tirkiyê otomobîla berpirsekî emnî yê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kiriye armanc.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, berpirsekî YBŞê û pasevanê wî di êrîşê de hatine kuştin.

Li aliyekî din, têkildarî êrîşa îro Asayîşa Êzîdxanê daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, êrîş di 11:30 de li navenda Şingalê û li dijî wesayîteke Asayîşa Êzîdxanê bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û berpirsekî wan ê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo Qasim hatiye kuştin.