Serokkomarê Iraqê: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê pêşketinên berbiçav hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i339852-serokkomarê_iraqê_ji_bo_çareserkirina_pirsgirêkên_bexda_û_hewlêrê_pêşketinên_berbiçav_hene
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di peyama xwe ya ji bo 2yemîn Foruma Hewlêrê de ragihand, di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de pêşketinên berbiçav hatine bidestxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2023 13:20 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê pêşketinên berbiçav hene

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di peyama xwe ya ji bo 2yemîn Foruma Hewlêrê de ragihand, di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de pêşketinên berbiçav hatine bidestxistin.

 

Îro li bajarê Hewlêrê, Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî destpê kir.

Di forumê de, peyama Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd jî hat xwendin.

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ji ber serdana Sersekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Anronio Guterres bo Bexdayê û herwiha ji ber beşdariya xwe ya di civîna welatên bêalî de li Bakûyê, beşdarî Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn”forumê nebû, lewra peyama wî ya ji bo forumê ji aliyê nûnerê wî Ednan Îbrahîm, Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê ve hat xwendin.

Di peyama xwe de Serokkomarê Iraqê amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê hat kirin û hat gotin: “Niha şandên hevbeş li ser madeya 140 û amadekirina projeyasaya neft û gazê gotûbêj dikin û nûnerên Herêma Kurdistanê jî di hikûmeta federal de beşdar in.”