Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê: Ti desthilatek nikare Herêma Kurdistanê hilweşîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i339619-hikûmeta_herêma_kurdistana_iraqê_ti_desthilatek_nikare_herêma_kurdistanê_hilweşîne
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê da bi awayekî fermî bersiva hikûmeta Iraqê da û ragihand: Herêma Kurdistanê qewareyeke qanûnî û destorî ye û bi nivîsa rojnameyeke binemapûç nayê hilweşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2023 16:23 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê: Ti desthilatek nikare Herêma Kurdistanê hilweşîne

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê da bi awayekî fermî bersiva hikûmeta Iraqê da û ragihand: Herêma Kurdistanê qewareyeke qanûnî û destorî ye û bi nivîsa rojnameyeke binemapûç nayê hilweşandin.

Rojnama Sabah ku rojnama fermi ya hikûmeta Iraqê ye îro nivîsî: beşa zêde ya niştecihên vê herêmê ji karnama partîyên hikimdar nerazî ne û dixwazin ku rewşa heyî li vê herêmê bi dawî were û Herêma Kurdistanê bikeve bin hikmê hikûmeta navendî ya Bexdayê da.

Di dewama daxûyanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hatîye: Niştecihên parêzgehên Iraqê xwe dibêjin ku Herêma Kurdistanê ji hêla pêşketin, avedanî û xizmetguzarîyê va çend salan li pêş herêmên din ên Iraqê ye, lewma ew çawan arizûyê dikin bizvirin bin hikmê cihekî ku di hemî waran da kavil û wêran bûye.