Helîkoptereke Tirkiyê ya cureya Skorsky li Herêma Kurdistana Iraq ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336266-helîkoptereke_tirkiyê_ya_cureya_skorsky_li_herêma_kurdistana_iraq_ket
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiy ragihand: Helîkoptereke Tirkiyê ya bcureya Skorsky ket xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 11:00 Asia/Tehran
  • Helîkoptereke Tirkiyê ya cureya Skorsky li Herêma Kurdistana Iraq ket

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiy ragihand: Helîkoptereke Tirkiyê ya bcureya Skorsky ket xwarê.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiy ragihand, li Herêma Herekata Pençe-Kîlîtê li Herêma Kurdistana Iraqê helîkoptera bi neçarî û bi tundî danî, rastî qeza têkçûnê hat, 7 personelê di helîkopterê da hatin xilaskirin, xebatên lêgerîna personelekî jî didomin.


Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiy da wiha hat gotin:


"4ê Îlona 2022yan di derdora 23.45an li Herêma Herekata Pençe-Kîlîtê helîkoptereke me ye cure Skorsky ji ber sedemên teknîkî bi neçarî û bi tundî danî û rastî qezaya têkçûnê hat. Ji 8 personelên di helîkopterê da 7 jê hatin xilaskirin. Rewşa tenduristiya wan baş e. Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo personelê me yê mayîn jî didomin."