Li Herêma Kurdistanê eleqeya ji bo pirtûkên elektronîk li gor yên çapkirî zêde dibe
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) eleqeya ciwanan ya ji bo pirtûkên elektronîk li gor yên çapkirî zêdetir dibe.
Midûrê Yekîtiya Pirtûkxaneyan a Wezareta Çandê ya HKIyê Diyarî Vestan Ezîz got, pirtûkên hatine dijîtalîzekirin rehettir tên xwendin û baştir tên bikaranîn.
Ezîz ragihand ku rêjeya xwendina pirtûkên çapkirî kêm bûye, li gor salên berê ziyaretvanên pirtûkfiroşan jî ne di asteke baş da ye.
Ezîz anî ziman ku ew hewl didin rêjeya xwendinê zêde bibe û xwegihandina pirtûkan jî hêsantir be û wiha dewam kir: "Ji hêla wezaretê û sepanên din va gelek pirtûk wê bên dijîtalîzekirin. Bi saya vê xwendevan wê bikaribin li ser komputer û telefonên xwe yên bihiş wan bixwînin."
- Bi taybetî ciwan eleqeyê nîşanî e-pirtûkan didin
Botan Yabe yê ku li Hewlerê pirtûkfiroşiyê dike jî ragihand ku ciwan zêdetir xwendina pirtûkan ya li ser înternetê hez dikin, kal û pîr jî pirtûkên çapkirî hildibijêrin.
Yabe got herî zêde pirtûkên dînî tên firotin, di rêza duyem de jî pirtûkên zimanê Îngilizî heye.
Sorkev Selîm ku rêvebirê weşanxaneyekê ye jî wiha got: "Berê mehê 10 an 15 pirtûk dihatin çapkirin, lê niha em nikarin pirtûkekê jî çap bikin, lewra kiryarên wan kêm bû."
Selîm got gelek kes tên pirtûkfiroşan, lê li ser înternetê kirîna e-pirtûkan erzantir e, ji ber vê çapkirina pirtûkan kêm bûye.