Bi dronan êrîşî ser konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hat kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334463-bi_dronan_êrîşî_ser_konsûlxaneya_amerîkayê_li_hewlêrê_hat_kirin
Çavkaniyên iraqî ragihand ku konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ketiye ber êrîşa bi dronan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2022 04:05 Asia/Tehran
  • Bi dronan êrîşî ser konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hat kirin

Çavkaniyên iraqî ragihand ku konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ketiye ber êrîşa bi dronan.

Kanala Saberin Newsê ya li Telegramê êvara Çarşemê ragihand ku konsûlxaneya Ameîrkayê li taxa Şoreşê ya Hewlêrê bi dronekê ketiye ber êrîşê.

Hevdem çavkaniyeke kurdî ya ewlehiyê qala bihîstina dengê çend teqînan li nêzikî balefirgeha Hewlêrê ya navneteweyî kir.

Kanala Meyadînê û Malpera Ehdê jî her yek bi raporên cuda ev yek piştrast kir.

Saberin Newsê her wiha ragihand ku piştî vê êrîşê dûkel rabûye asimên û hêzên kurd qanûnên qedexetiya hatûçûnê li wê derê ssepandine.

Hîn medya û çavkaniyên fermî yên Iraqê tu hûrgiliyek ji xesarên îhtimalî û goriyên ji ber vê êrîşê neweşandine.