Mela Bextiyar ji nêrîna PDK û YNKyê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334390-mela_bextiyar_ji_nêrîna_pdk_û_ynkyê_li_bexdayê
Endamê Konseya Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tevî rexneya ji siyasetên YNK û PDKyê, got: Eger PDK derbarê lihevkirina xwe ya sêalî piştrast e, vêca çma naveroka wê ranagihîne?
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2022 04:34 Asia/Tehran
  •  Mela Bextiyar ji nêrîna PDK û YNKyê li Bexdayê

Endamê Konseya Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tevî rexneya ji siyasetên YNK û PDKyê, got: Eger PDK derbarê lihevkirina xwe ya sêalî piştrast e, vêca çma naveroka wê ranagihîne?

Endamê Konseya Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) di civînekê da li navçeya Xaneqînê got: Li nav hemû serokkomarên Iraqê tenê Mam Celal xwedanê hêzeke wiha bû ku serokkomarekî mezin be û ji aliyê Ayetullah Sîstanî merceyê bilind ê Iraqê wek @Semam Eman@ hat binavkirin û selimand ku ya girîng kursî û cîgeh nîne û ev e ku kî li ser wê rûdine.


Endamê Konseya Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) her wiha got ku şeş serokwezîr li Iraqê bûne desthilatdar û divê bersiv bidin ku kê rê li ber têkoşîna dijî gendeliyê girtiye.


Mela Bextiyar her wiha tevî rexneya ji siyasetên dijhev ên partî û tevgerên kurdistanî li Bexdayê, got: PDK derbasî lihevkirineke sêalî bûye, lê eger derheqê vê lihevkirinê piştrast e û dizane ku piraniya gelê Herêmê wê piştrast dike, çima naveroka wê bi fermî ranagihîne.


Wî got: Eger YNK jî derbasî lihevkirinekê bûye, çima wê ranagihîne?