Bajarê Dihokê bû destexwişka bajarê Gainesville yê Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333280-bajarê_dihokê_bû_destexwişka_bajarê_gainesville_yê_amerîkayê
Şanda Parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2022 11:28 Asia/Tehran
  • Bajarê Dihokê bû destexwişka bajarê Gainesville yê Amerîkayê

Şanda Parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Şanda Parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.

Di vê civînê de Serokê Şaredariya Gainesville kêfxweşiya xwe bi destexwişkiya navbera herdu bajaran nîşan da.

Di hevdîtinê de Parêzgarê Dihokê dîrok, erdnîgarî, jîngeha parêzgeha Dihokê û sektorên cuda pêşkêş kir, piştre sipasiya welatiyan û berpirsên bajarê Gainesville kir ji bo rêkeftina destexwişkiya navbera herdu bajaran.

Herdu aliyan di warên çandinî, tendirustî û perwerdehiya bilind de pêşveçûna pêwendiyên navbera herdu bajaran gotûbêj kirin û di siberojê de li ser vê mijiarê bixebitin.