Destpêkirina çalakiyên bihêzkirina çeper û pêgehên Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332918-destpêkirina_çalakiyên_bihêzkirina_çeper_û_pêgehên_hêzên_pêşmerge_yên_herêma_kurdistanê
Cîgirê Fermandarê erkana Operasiyonan a Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbarê despêbûna çalakiyên bihêzkirina çeper û pêgehên Hêzên Pêşmerge agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2022 08:51 Asia/Tehran
  • Destpêkirina çalakiyên bihêzkirina çeper û pêgehên Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê

Cîgirê Fermandarê erkana Operasiyonan a Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbarê despêbûna çalakiyên bihêzkirina çeper û pêgehên Hêzên Pêşmerge agahî da.

Li gorî rapora KurdPress`ê ji zarê malpera Xendan, Cîgirê Fermandarê erkana Operasyonan a Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Qehreman Kemal ragihand ku li ser fermana Wezîrê Pêşmerge ya derbarê avadankirin û bihêzkirina çeper û pêgehên hêzên Pêşmerge de, ji bo cîbicîkirina vê fermanê çalakî hatine destpêkirin û didomin.

Qehreman Kemal her wiha got ku wî bi berpirsên din ên peywendîdar di Wezareta Pêşmerge de serdana pêşhat û pêkanîna wan çalakî û çeperên Pêşmerge kir û ew çeper dê bi şêweyekî nûjen û pêşkeftî bên avakirin û kêmasiyên wan bi cidî bên çareserkirin.

Cîgirê Fermandarê erkana Operasyonan a Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê herwiha bal kişand ser vê yekê ku nûjen û bihêzkirina çeper û pêgehên Hêzên Pêşmerge bi mebesta parastina can û tenduristiya wan hêzan cih tê û di dewamê de ji wan hêzan xwest ku pabendî qanûn û prensîbên leşkerî bibin.