Ji ber barana tund di hin tax û deverên Hewlêrê lehî rabû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i331382-ji_ber_barana_tund_di_hin_tax_û_deverên_hewlêrê_lehî_rabû
Ji ber barana zêde û tund asta avê gelek bilind bû û li gelek tax û deverên Hewlêrê av ket nava beşeke ji xanî û dukanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2022 18:53 Asia/Tehran
  • Ji ber barana tund di hin tax û deverên Hewlêrê lehî rabû

Ji ber barana zêde û tund asta avê gelek bilind bû û li gelek tax û deverên Hewlêrê av ket nava beşeke ji xanî û dukanan.

Li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê îro di saetên sibehê de, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi taybet jî li taxên Teyrawe, Şoreş, Nûseran, Gulan, Eynkawa û li cadeya 100 metrî ji ber barana zêde asta avê gelek bilind bû û av ket nava beşeke dukan û xaniyan.

Berdevkê Polîsê Hatûçûnê yê Hewlêrê Fazil Hacî ji Rûdawê ragihand, ji ber lehiyê li piraniya cade û kolanên Hewlêrê astengî çêbûn.

Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî têkildarî mijarê peywendî li gel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw pêk anî û daxwaz kir tedbîrên pêwîst bên wergirtin ji bo parastina welatiyan.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî ragihand, di lehiyê de ziyana canî nebûye û “hemû dam û dezgeh û aliyên peywendîdar di amadebaşiyê de ne ji bo parastina selametiya mal û canê welatiyan û her çi pêwîst be, ew dê bikin.”