Mijdar 22, 2021 20:08 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian bi telefonê ser 'krîza koçberan' gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê li hev kirin ku têkildarî mijara koçberan tîmeke teknîkî ji Parîsê serdana Hewlêr û Bexdayê bike. Mesrûr Barzanî daxwaz ji Jean-Yves Le Drian kir ku Fransa ji bo alîkarî û hawarçûna wan koçberên ku asê mane rola xwe bilîze.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro peywendiyeke telefonî pêk anîn ku rewşa koçberên ser sînorê Belarus û Polandayê û çareserkirina vê krîzê mijareke sereke ya wê peywendiya telefonî bû. Di wê peywendiyê de du aliyan ser hebûn û mana Amerîkayê li Rojhilata Navîn jî gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian desnîşan kirin ku koçberên li Belarusê bûne qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan û lîstikeke siyasî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê peywendiyê de, bal kişand ser vegerandina bi sedan koçberan ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo her alîkarî û hevahengiyeke pêwîst bo vegerandina koçberên mayî amade ye.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji Jean-Yves Le Drian kir ku Fransa “rola xwe bo hawarçûna wan koçberên ku li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, bilîze.”

Wezîrê Derve yê Fransayê jî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku “bi awayekî bilez li gel berpirsên Hikûmeta Federalî ya Bexdayê û welatên Yekîtiya Ewropayê hevahengî pêk anî û hewla çareserkirina vê pirsgirêkê da.”

Herwiha Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian rêkeftin ku tîmeke teknîkî ji Parîsê serdana Herêma Kurdistan û Bexdayê bike ji bo pêdaçûn û wergirtina tedbîrên pêwîst. 

Serepeyv