Êriş û desdirêjiyên Dewleta Tirkiyê ser bakurê Iraqê berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i329928-Êriş_û_desdirêjiyên_dewleta_tirkiyê_ser_bakurê_iraqê_berdewam_dike
Îro Sêşemê firokeyên artêşa Tirkiyê sê caran bakurê parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bordûman kirin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de berdewam in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2021 18:09 Asia/Tehran
  • Êriş û desdirêjiyên Dewleta Tirkiyê ser bakurê Iraqê berdewam dike

Îro Sêşemê firokeyên artêşa Tirkiyê sê caran bakurê parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bordûman kirin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de berdewam in.

Li gorî Rûdawê, Balafirên artêşa dagirker a Tirkiyê navçeya Qersikê li nêzîk gundê Şêlaza yê devera Kanî Masî kirin armanc.

Di navbera saet 10.00 sibehê de heta danê nîvro derdora gundê Şêlazayê 3 caran hatiye bombebarankirin.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji rayedarên herêmê bi dest xistine, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê di saetên 10:00, 11:00 û 12:10an de gundê Şêlaza li sînorê nahiya Kanî Masê ya Herêma Kurdistanê kirine armanc.

Rayedarên herêmî dibêjin di encama bombebaranê de ti kes nehetiye kuştin û birîndar nebûye, lê belê gelek zirar gihêştiye siruşt û jîngeha navçê.