Pêşangeha duyemîn a danasîna zanîngehên herî baş ên Îranê li Silêmaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i328468-pêşangeha_duyemîn_a_danasîna_zanîngehên_herî_baş_ên_Îranê_li_silêmaniyê
Duyemîn pêşangeha danasîna zanîngehên herî baş ên Îranê li Silêmaniyê ya Herma Kurdistana Iraq hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2021 17:56 Asia/Tehran
  • Pêşangeha duyemîn a danasîna zanîngehên herî baş ên Îranê li Silêmaniyê

Duyemîn pêşangeha danasîna zanîngehên herî baş ên Îranê li Silêmaniyê ya Herma Kurdistana Iraq hat lidarxistin.

Li gorî ajansa nûçeyan a IRIBê, ji bo pêşxistina pêwendiyên zanistî û akademîk di navbera zanîngehên Îranê û herêma Kurdistana Iraqê de, bi beşdariya 10 zanîngehên herî baş û sereke di warên zanistên pizîşkî, endazyarî û zanistên însanî de, duyemîn pêşangeha danasîna  zanîngehên herî baş ên Îranê li Silêmaniyê pêk hat.

Her sal nêzîkî hezar xwendekar ji Herêma Kurdistanê tên Îranê ji bo ku xwendina xwe bidomînin, lê zanîngehên îranî plan dikin ku vê jimarê îsal ji sedî 3 zêde bikin.