Li herêma Kurdistanê sibê 13’ê Nîsanê yekem roja Remezanê ye
Nîsan 12, 2021 09:51 Asia/Tehran
Komisyona Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku roja 13’ê Nîsanê (sibê) yekem roja meha Remezanê ye.
Komisyona Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê diyarkirina roja yekem a Remezanê de civînek çapemeniyê lidarxist. Di civîna çapemeniyê de Serokê Encûmena Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê Hesen Muftî eşkere kir ku roja 13’ê Nîsanê (sêşem) roja yekem a meha Remezanê ye.