Serokomarê Iraqê: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê kiryareka terorîstî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i324142-serokomarê_iraqê_Êrîşa_li_ser_balefirgeha_hewlêrê_kiryareka_terorîstî_bû
Serokomarê Iraqê got: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê nîşana kiryareka terorîstî ye ku hewildanên jibo parastina ewlehiya welêt û ewlehiya welatiyan kiriye armanc.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2021 05:26 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê kiryareka terorîstî bû

Serokomarê Iraqê got: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê nîşana kiryareka terorîstî ye ku hewildanên jibo parastina ewlehiya welêt û ewlehiya welatiyan kiriye armanc.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berhem Salih serokomarê Iraqê berbanga îro Sêşemiyê wek berteka li hemberî êrîşa roketî li ser balefirgeha Hewlêrê, din twittera xwe da nivîsî: Di rewşeke wih ada hewildanên jibo kokbirkirina hêzên terorîsm û alozkirina welêt divê bên xurtkirin.

Muhemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê şermezar kir û got: Ev kiryara terorîstî ya sûcdarane nîşana kêşezayiya xeternak û êrîşa li ser ewlehiya welêt e.

Duşemiyê bi şev çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa roketî li ser balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê û baregeheke Amerîkayê li vê balefirgehê kir.

Koma iraqî ya nûdamezirandî ya "Seraya Ewliya ul-Dem" berpirsiyariya êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê girtiye ustiyê xwe.