Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323603-mesûd_barzanî_û_balyozê_amerîkayê_li_iraqê_civiyan
Di hevdîtina navbera Rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Balyozê Amerîkayê li Iraqê, rêkarên xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin nirxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2021 14:06 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê civiyan

Di hevdîtina navbera Rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Balyozê Amerîkayê li Iraqê, rêkarên xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin nirxandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Îro Pêncşemiyê 28ê Çileya 2021ê, Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê digel Metiyo Tûlêr (Matthew H. Tueller) Balyozê Amerîkayê li Iraqê û desteya pê ra civiya.

Malpera fermî ya Partiya Demokrat (PDK) di vî warî da ragihand ku Barzanî tevî pîrozkirina destpêbûna xebata serokomarê nû yê Amerîkayê, derbarê berfirehkirina pêwendiyan navbera Herêma Kurdistanê û vî welatî hêviya xwe diyar kir.

Metiyo Tûlêr jî li ser dewama hevahengiyan digel Herêma Kurdistanê û dewama piştgiriyên welatê xwe ji hêzên Pêşmerge yên herêmê pêgirî kir.

Du aliyan her wiha derbarê rewşa siyasî û dawîn guhertinên navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.