Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Parlemana Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319325-serokê_pdkê_mesûd_barzanî_pêşwaziya_serokê_parlemana_iraqê_kir
Îro yekşem 6 Îlona 2020 serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî çû Herêma Kurdistanê û li Selaheddînê ji aliyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî hate pêşwazîkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2020 18:49 Asia/Tehran
  • Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Parlemana Iraqê kir

Îro yekşem 6 Îlona 2020 serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî çû Herêma Kurdistanê û li Selaheddînê ji aliyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî hate pêşwazîkirin.

Li hevdîtina Barzanî û Helbûsî de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hate gotûbêjkirin û li ser proseya siyasiya Iraqê ya li qonaxên pêş de sekinîn. Her wiha her du aliyan li ser hemahengî û karê hevbeş ji bo çareserkirina qeyran û pirsgirêkan pêgîrî kirin.

Danustandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke din a vê civînê bû.