Tebax 11, 2020 16:12 Asia/Tehran
  • Civîna PDK û YNK li Dukanê despê kir

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li ser asayîkirina peywendiyên di navbera xwe de û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civinek li Dukanê pêk anîn.

Biryar e hevserokê YNKê Bavil Talabanî beşdarî civînê bibe û  vê derbarê de Bavil Talabanî ji çapemeniya fermî ya partiya xwe re ragehand: ‘’Em geşbînin bi wan civînan û xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku civîn dê encamên baş ji bo berjewendiya xelkê Kurdistanê  hebin.’’

Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêkeftina me li gel YNKê heye û ti pirsgirêka me li gel wan rêkeftinan tine. Lê mixabin di vê demê de YNK wek opozîsyon lêhat. Ji ber vê îro li ser wê dê bê axaftin û em hewl didin pirsgirêk nemînin, hikûmet çaksaziyan bike û li Bexdayê jî em yek helwêst bin. Herwaha di cîha ku em pirsgirêkan çareser bikin, em nebin pirsgirêk  ji hevdu re. Dê îro ew hemû hûrgiliyên pirsgirêkan bên gotûbêj kirin.’’

Wî Herwaha ragehand, xala herî giring ew e em li Bexdayê yek helwêst bin û ragehand: ‘’PDK, YNK û Gorran li gel yek me hikûmet pêkanî. Dive li gel yek jî piştevaniyê li hikûmet û çaksaziyê bikin û nabe partî destwerdanê li karûbarên hikûmetê bikin. YNK û PDK divê desthilatê bidin hikûmetê û ev yek pir giringe û îro dê bê gotûbêj kirin.’’

Serepeyv