Mesûd Barzanî pêşwazî li wezîrê derve yê Fransayê kir
Tîrmeh 17, 2020 21:25 Asia/Tehran
Serok Mesûd Barzanî û wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiyan û behsa rewşa naha ya Iraq û peyvendiyên herêma Kurdistanê û Fransayê kirin.
Îro serok Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Ez keyfxweşbûm bi pêşwazî kirina wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li ofîsa xwe.’’
Serok Barzanî got: ‘’Behsa rewşa naha ya Iraqê me kir û peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê jî me guftûgo kir. Herwaha me behsa zêdetir bihêzkirina wan peyvendiyan kir.’’