Nêçîrvan Barzanî: Em amadeyî alîkariya bo Bexadyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310922-nêçîrvan_barzanî_em_amadeyî_alîkariya_bo_bexadyê_ne
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi balyozê Emerîkayê li Bexdayê ser amadetiya tam a Hewlêrê bo alîkariya bo dewleta navendî ya Iraqê bona çareserkirina rewşa niha ya vî welatî teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2019 13:49 Asia/Tehran
  •  Nêçîrvan Barzanî: Em amadeyî alîkariya bo Bexadyê ne

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi balyozê Emerîkayê li Bexdayê ser amadetiya tam a Hewlêrê bo alîkariya bo dewleta navendî ya Iraqê bona çareserkirina rewşa niha ya vî welatî teqez kir.

 Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi Matthew Tueller balyozê Emerîkayê li Bexdayê got: Berevaniya ji ewlehî û aramiyê, hevkarî, hevahengî û kiryara hevpar a aliyên iraqî û hevkariya li bara rewşa niha, berpirsiyariya gişkan e.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê raghand: Barzanî cardinê ser hewldana  vê herêmê bo rewşa Iraqê û aramiya siyasî û ewlehiyê li wê teqez kir û got ku Hewlêr bona raberkirina her cure alîkariyekê bona çareserkirina pirsgirêkan û damezrandina ewlehî û aramiyê tam amade ye.