3 bijare jibo lihevkirina Bexda û Hewlêrê hene
Jibo ku dewleta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî pêşnîyarbûca sala 2019`ê û mijara niftê lihev bikin, 3 bijare pêşberî wan hene ku divê liser yekî lihev bikin.
Endamê Komsyona Ênêrjî, Çavkanîyên Xwezayî, Pêşe û Bazirganîyê ya Parlimana Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet got:'' Jibo lihevkirina Dewleta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî pêşnîyarbûca sala 2019`ê û mijara niftê 3 bijare li pêşberî Hewlêr û Bexdayê hene ku yek ji wan ew e ku Hewlêr rojê 250 hezar bermîl nift radestî Bexdayê bike û bûce û pişka Herêmê ji bûca salê ya Iraqê were kivşkirin û dayînê.''
Wî got ku bijare duyem jî ew e: ''Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojê 250 hezar bermîl nift radestî Bexdayê bike û himberî wê de, dewleta navendî ya Iraqê dirav û deynê ku divê bidin şirketan, bide.''
Wî Endamê Komsyona Ênêrjî, Çavkanîyên Xwezayî, Pêşe û Bazirganîyê ya Parlimana Herêma Kurdistanê derbarê bijareya sêyem de jî got ku rewşa niha hema ha bimîne yanî qanûna bûcê ya sala 2020`an wek ya sala 2019`ê bê amadekirin û mijarên nift û bûca Herêma Kurdistanê û miaşên karmendan wek îsal bên kivşkirinê.
Pejirandina bûca sala 2020 a Iraqê bûye sedem ku dewleta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheq lihevkirin û nehîştina nakokîyên têkildarî meseleyên curbicur lezê bikin.