Aliyên Kurdistanî li ser lîsteyeke hevbeş li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî rêkeftin
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê li ser pêkanîna lîsteyeke hevbeş bo hilbijartina encûmenêm parêzgehên Iraqê birêk ketin û ji bo hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Selahedîn, Diyale û Neynewayê jî bi yek lîsteyê beşdar dibin.
Duh civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Encûmena Serkirdatiya PDKê li Hewlêrê birêve çû, Peyamnêrê K24ê da zanîn, lîsta hevbeş ya aliyên Kurdistanî li her 4 parêzgehan dibe bi navê (Hevpeymaniya Kurdistanê) beşdarî hilbijartinê dibe.
Peyamnêrê K24 herwiha da zanîn gotûbêja di navbera aliyên siyasî de berdewam e û axaftin li ser reng û şêweya logoya lîsta (Hevpeymaniya Kurdistanî) bi rêve diçin..
Aliyên siyasî di demeke nêzîk de gotûbêj bi aliyên Iraqî re dikin, ji bo asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berî dema hilbijartinên encûmena parêzgehan.
Herwiha aliyên Kurdistanî daxwaz dikin, qanûna hilbijartina encûmena parêzgehan bê serastkirin, ji bo welatiyên Kurd ên ji navçeyên xwe derbider bûne ji dengdanê bêpar nebin.
Biryar e roja 1ê Nîsana 2020an hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê birêve biçe.