Pêşbînî tê kirin berî dema helbijartinê PDK vegere Kerkûkê
Berpirsekî Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) tekez dike gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di asteke baş de ne û pêşbînî tê kirin heya dema helbjiartina Civata Parêzgehan PDK vegere Kerkûkê
Mehemed Xurşîd, berpirsê liqa Sê ya PDKyê li Kerkûkê ragehand: gotûbêjên baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene; lewma pêşbînî tê kirin heya dema helbijartina Civata Parêzgehan PDK vegere Kerkûkê.
Vî berpirsê PDKyê herwiha got: Heke PDK venegere Kerkûkê jî, PDK li ser rasparteya serokê partiyê Mesûd Barzanî piştîvanîyê li lîsta hevpişka alîyên Kurdistanî dike.
Derbarê lîsta hevpişka aliyên Kurdistanî jî, berpirsê liqa Sê ya PDKyê aşkere kir, ku aliyên sîyasî li ser wê yekê rêkevtine, bi lîsteke hevpisik pişikdarîyê di helbijartina Civata Parêzgeha Kerkûkê de bikin.