Mesrûr Barzanî: DAIŞ hîn jî gefeka ciddî dijî ewlehiya navçeyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308674-mesrûr_barzanî_daiŞ_hîn_jî_gefeka_ciddî_dijî_ewlehiya_navçeyê_ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtian bi Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, destnîşan kir ku DAIŞ hîn jî gefeka ciddî li dijî ewlehiya navçeyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2019 13:42 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: DAIŞ hîn jî gefeka ciddî dijî ewlehiya navçeyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtian bi Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, destnîşan kir ku DAIŞ hîn jî gefeka ciddî li dijî ewlehiya navçeyê ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtian bi jeneral Cirald Strîklend, Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê derbarê xurtkiirna rêkarên sekinîna li hemberî gefên DAIŞê gotûbêj kir û li ser pêwîstiya dewama hevkariyên leşkerî yên Hevpeymaniyê digel Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê nemaze di warê fêrkirina van hêzan da pêgirî kir.

Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi hebûna hevahengiyê navbera hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniyê da got ku ev hevahengî didomin.

Mesrûr Barzanî jî tevî sipasiya ji alîakriyên Hevpeymaniyê bo hêêzn pêşmerge, destnîşan kirku hokarên diyarbûna DAIŞê hema wisa li navçeyê hene û ji ebr vê yekê hîn jî DAIŞ gefeka mezin dijî ewlehiya navçeyê ye.