Hevderdiya Nêçîrvan Barzanî bi goriyên teqîna Kerbelayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308508-hevderdiya_nêçîrvan_barzanî_bi_goriyên_teqîna_kerbelayê
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevderdiya xwe bi goriyên teqîna li Kerbelayê diyar kir û ev kiryara terorîstî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 05:59 Asia/Tehran
  • Hevderdiya Nêçîrvan Barzanî bi goriyên teqîna Kerbelayê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevderdiya xwe bi goriyên teqîna li Kerbelayê diyar kir û ev kiryara terorîstî şermezar kir.

Li gor Kurdpressê,  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî bûyera terorîstî ya teqîna li Kerbelayê ku bû sedema şehîdbûna 12 kesan û birîndarbûna 6 kesan şermezar kir.

Barzanî herwiha xwe hevderdê birîndar û malbatên kuştiyên vê bûyera terorîstî da zanîn û ji bo birîndara hêviya saxlemiya zûdem kir.

Berî viya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ev teqîna terorîstî şermezar kiribû.