Nêçîrvan Barzanî ji ber bûyera li Kerbelayê sersaxî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308150-nêçîrvan_barzanî_ji_ber_bûyera_li_kerbelayê_sersaxî_da
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên bûyera di roja Aşûrayê ya Kerbelayê de nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2019 03:15 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî ji ber bûyera li Kerbelayê sersaxî da

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên bûyera di roja Aşûrayê ya Kerbelayê de nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşiyê raberî malbatên qurbaniyên bûyera duh ya li  Kerbelayê kir ku ji ber qerebalixiyê jiyana xwe jidest dan.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ew ji ber bûyera li Kerbelayê, hevxemiya xwe digihînin kesûkarên qurbaniyan û ji Xwedayê mezin dixwazin sebir û hedarê bide malbatan û qurbaniyan bi beheştê şad bike û şifayê jî bide birîndaran

Barzanî di heman demê de ragihand, ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo alîkariyên pizîşkî û pêşwazîkirina birîndarên wê bûyerê.