Desteya HDP'ê bi Serokomarê Iraqê re civîya
Desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bi Serokomarê Iraqê re li şarê Silêmanîyê civîyaye.
Desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) îro bi Serokomarê Iraqê re li mala wî ya li şarê Silêmanîyê civîyaye.
Berhem Salih ku pêşwazî li şanda HDP'ê kir got, “Min xwest li mala bavê xwe ya li Silêmaniyê pêşwazîya we bikim. Ez hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê li vê malê dikim. Ez kêfxweş bûm bi serdana we. Hûn bi xêr hatin.”
Ji hêla din ve, Desteya Jinan a HDP'ê serdana Jinên Tevgera Goran û Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) kir.
Di hevdîtinê de şandeya HDP'ê ji her du aliyan re qala armanca serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê kir. Dorpêça ser Wargeha Penabaran a Mexmûr'ê jî mijareke wê hevdîtinê bû.
Desteya HDP’ê keyfxweşiya xwe ji bo helwesta aliyan bi taybetî jî jinan nîşan da. Herdu aliyan dan zanîn ku ew dê bi hevre di nava peywendiyan de bin.
Desteya Jinan a HDP’ê li Silêmanîyê herwiha serdana Berpirsa Peywendiyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîmê kir.
Şanaz Îbrahîmê di wê hevdîtinê de piştgiriya xwe ji bo daxwazên Desteya Jinan a HDP’ê nîşan da û got divê di nava peywendiyan de bin.