Tewsiya Mesûd Barzanî li taxima HDP
Serokê Oartiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi taxima Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê, HDP, daxwaza kir ku tevî hemî nakokî û nearamî û pirsgirêkan, bila tu carî ji prosa aşitî û gotûbêja bo çareserkirina pirsgirêkan bêhêvî nebin û nehêlin ku pirsgirêkên siyasî bibin sedema bêtifaqî û şerê di navbera kurdan û tirkan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Mesûd Barzanî, serokê partiya Demokrata Kurdistanê( PDK) şemiyê bi taxima Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê bi serokatiya Sezayî Temellî ku sefera Hewlêrê kiriye, hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtina li pişt deriyên girtî hat lidarxistin û taxima HDP li vê hevdîtinê ji Mesûd Barzanî xwest ku bila bo çareserkiribna pirsgirêka kurdan ji riya bi aşitî û siyasî bikeve dewrê.
Barzanî jî sefera taxima HDP bo Herêmê pir giring nirxand û bal kişand ser vê yekê ku navçên kurdnişîn li navçê xwediyê taybetmendiyên cuda ne û teqez kir ku divê partiyên kurdistanî bona girtina pêşiya derketina nakokî û nearamiyê van ferqan berçav bigrin.
Mesûd Barzanî her wiha diyar kir: Tu yek ji pirsgirêkên navçê ji wan pirsgirêkên kudan ji riya şêr û bi şîdetê nayên çareserkirin û bo çareserkirina pirsgirêkan, dawiya dawî divê bala xwe bidin ser şêwazên bi aşitî û gotûbêjê û ew bi xwe jî bo çareserkirina pirsgirêka kurdan li Tirkiyê û li navçê dê her cure alîkariyekê bike û tişta ku ji destî were dê bike.
Barzanî ji taxima HDP daxwaz kir ku tevî hebûna hemî nakokî û nearamiyan û pirsgirêkan, tu carî ji prosa aşitî û gotûbêjê bo çareserkirina pirsgirêkan dilsar nebin û nehêlin pirsgirêkên siyasî bin sedema derketina bêtifaiyê di navbera kurdan û tirkan.