Hevdîtina Mesûd Barzanî û şanda HDP û KCDê li Hewlêrê
Mesşûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û şanda partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) û KCDê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî civiyan û di civînê de rewşa siyasî ya navçê, pêwendiyên HDP û Herêma Kurdistanê û rewşa HDPê li Tirkiyê gotûbêj kirin.
Berî civînê, Hevserokê HDPê ragihand, serdana wana Hewlêrê bo agahdarbûna ser hizra serokê PDKê Mesûd Barzanî pêk hatiye.
Hevserokê HDPê behsa rola Mesûd Barzanî kir û got: Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de ew dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin. Herwiha dixwazin pêwendiyê bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re pêk bînin û bi wan re danûstandinê bikin.
Mesûd Barzanî jî serdana şanda HDPê ya Hewlêrê pir girîng nirxand û got: Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê şêwaza gotûbêjê were berdeamkirin û divê HDPê tevî pirsgirêk û nakokî û rageşiyên zav ji proseya aştî û gotûbêjê bê hêvî nebe.
Duh şandeke hevbeş a HDP û KCDê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî gihîşt Hewlêrê ku Hevserokê Giştî yê KCDê Berdan Ozturk û hejmarek parlemantaran ligel bû.
Serdana wê şandê dê 4 rojan li Herêma Kurdistanê berdewam bike û dê hevdîtinan ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî hevdîtinan bike.