Desteya HDP`ê bi Serokê PDK`ê re civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308031-desteya_hdp_ê_bi_serokê_pdk_ê_re_civîya
ِDesteya HDP`ê bi serokatiya hevserokê wê partîyê Sezaî Temellî ligel Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) civiya.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 07, 2019 11:25 Asia/Tehran
  • Desteya HDP`ê bi Serokê PDK`ê re civîya

ِDesteya HDP`ê bi serokatiya hevserokê wê partîyê Sezaî Temellî ligel Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û desteya pê re, îro li Selahadînê, ligel Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî civiya.

Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî jî derbarê serdana wan bo Herêma Kurdistanê de diyar kiribû, “Ji bo me girîng e ku îro em li vir bin. Weke HDP di warê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhilata Navînê de, însiyatifekî me ya girîng heye.”

Sezaî Temellî herwiha ragihand: "Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û em di çarçova siyaseta Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re daynin. Herwiha dixwazin bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re danûstandinê bikin.Ji bo çareseriya pirsgirêkên navçê hinek hêviyên me jê hene û em dixwazin hizrên wî werbigirin."

Nûnera HDP`ê ya li Herêma Kurdistanê aşkere kir ku desteya HDP`ê pêşiyê wê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kom bibin.

Nûnera HDP`ê ya li Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş, aşkere kir ku biryar e şanda HDPê roja Duşemê, serdana bajarê Silêmaniyê bike û li wir ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û beşek ji aliyên siyasî civînan pêk bînin.

Desteya HDP`ê îro danê sibê gihişt Hewlêrê û li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê, ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, Berpirsê Peywendiyên Derve ya Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên û Nûnera HDPê ya li Hewlêrê Muzeyyen Guneşê ve hat pêşwazîkirin.