Artêşa Tirkiyê dîsa malên xelkê li Kurdistana Iraqê danber gullên topan
Gelek ji mal û avahiyên xelkê li gundên Herêma Kurdistanê bon hedefa êrişên nê yên topxana artêşa Tirkiyê.
Li herêma Berwarî Bala ya Behdînan careke din artêşa Tirkiyê, jîngeh, mal û welatiyên sivîl kir hedef. Topa ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate avêtin li malekê ket.
Artêşa Tirkiyê ku gelek deverên bakura Iraqê dagîr kiriye îro gundê Bêduhî yê herêma Berwerî Bala ya bajaroka Kanî Masî ya Dihokê topbaran kir.
Li gorî zanyarinên bi dest ketine, topek li mala welatiyekê ket û gelek ziyana madî çêbû, lê tiştek bi kesekê nehat.
Artêşa Tirkiyê bi mihaneya şerê li dijî PKKê heta niha bi caran Herêma Kurdistana Iraqê û jîngeh û malên welatiyan kirine hedefa êrişên xwe. Heta niha ji ber bombebaran û topbera dewleta Tirkiyê ya ser Herêma Kurdistanê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Herwiha gelek ziyan gihêştine jîngeh û xwaza vê herêmê, Ji ber van êrişên artêşa Tirkiyê ku heya kûratiya 30 Kîlometran ketine nav axa Herêma Kurdistanê û rayedarên vê herêmê li ber vê yekê xwe bê deng kirine gelek ji gundên kurdan vala bûne û gelek ji binavahiyên wan jî wêran bûne.