Avakirina partiyeka nû ya siyasî li Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307868-avakirina_partiyeka_nû_ya_siyasî_li_herêma_kurdistanê
Partiyeka siyasî ya nû ser navê tevgera Reformên neteweyî bi cudabûna ji partiya sosyal demokrat a Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, damezrîna xwe raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2019 12:09 Asia/Tehran
  • Avakirina partiyeka nû ya siyasî li Herêma Kurdistanê

Partiyeka siyasî ya nû ser navê tevgera Reformên neteweyî bi cudabûna ji partiya sosyal demokrat a Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, damezrîna xwe raghand.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, beşek ji endamên partiya sosiyal demokrat a Kurdistanê ku pêştir û ji sala 2014`an va nerazîbûna xwe li hember siyasetên partiyê nîşan dane û daxwaza reformê li vê partiyê kiribûn, duh li merasimekê li bajarê Silêmaniyê ji vê partiyê cuda bûn û damezrandina  partiyeka nû raghandin.

 Damezrênerên vê partiyê li civîneke rojnamevaniyê raghandin ku ew dê li çarçoveya vê partiya nû û ser navê tevgera reformên neteweyî, bo pêkanîna  reforman li herêmê û li bereya opozosyonê xebatê bikin.

  Vê partiyê li daxûyaniya damezrîna xwe amaje kiriye ku  wek tevgerekê ku daxwaza reformên giştalî  dike dê bona dabînkirina  mafên bingehîn ên xelkê herêmê û bi taybet jin û ciwanan û her wiha dê bo geşatî û pêşketina herêmê û vejiyandina  sîstema  gîhandina  xizmetan hewl dide.