Serokê PDK`ê û Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê civîyan
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê di hevdîtinekê de atmosfera nika ya gotûbêj û peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî nirxandin û ew weke derfetekê jibo çareserkirina pirsgirêkan zanîn.
Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê Yasîn Yasirî duh danê êvarê li Hewlêrê çû seredana Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî.
Ligorî rapora Malpera Fermî ya PDK`ê, her du alîyan di wê hevdîtinê de alûgurên herîdawîyê yên Iraq û navçê hilkolandin û atmosfera nika ya gotûbêj û peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî nirxandin û ew weke derfetekê jibo çareserkirina hemî pirsgirêkên di navbera her du alîyan de zanîn.
Barzanî û Yasirî pêgirî ser pêwîstîya hevdengîya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jibo pêkanîna istiqrar û ewlehîyê û herwiha kokbirrkirina têrorê kirin.