Pêgirîya Serokê PDK`ê ser amadekirina destûreke modern li Parlimana Herêma Kurdistanê
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo nivîsandina destûrekî modern bo Herêma Kurdistanê amadekariyan bike û wî karî bike karê xwe yên herîpêşîn.
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî duh êvarê li Selahedînê pêşwazî li Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Rêwaz Fayiq, Cîgirê Seroka Parlamentoyê, Hêmin Hewramî û Sekretera Parlamentoyê, Muna Qehweçî pêk dihat, kir.
Barzanî di wê hevdîtinê de tekezî li ser piştgiriya xwe ya temam bo desteya nû ya serokatiya Parlamentoyê û bi taybet di warê çavdêrîkirina ser karûbarên Hikûmetê de kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Mesûd Barzanî ragihand, ku pêwîst e Parlamentoya nû jibo çaksaziyan kar bike û “ji bo nivîsandina destûrekî modern bo Herêma Kurdistanê, amadekariyên xwe bike û wê yekê bike karê xwe yê herîpêş.”
Di berdewamiya civînê de, Barzanî behsa “prensîpa alîkarî û hevahengiya di navbra desthilatan de, ji bo xizmetkirina bêtir a xelkê û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê” kir.
Her du alîyan herwiha di wê civînê de rewşa siyasî û guhertinên herîdawîyê û pêşhatên li ser asta Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê hilkolandin.