Serkonsolê Îranê li Silêmanîyê: Divê peywendîyên Îran û Herêma Kurdistanê bên xurtkirinê
Tebax 29, 2019 04:26 Asia/Tehran
Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê bi Rêberê Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê re hevdîtin pêk anî.
Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê Mêhdî Şûşterî û Rêberê Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê Şêx-Elî Bapîr di wê hevdîtinê de pesna peywendîyên qahîm ên di navbera her du alîyan de dan û pêgirî ser pêwîstîya xurtkirina peywendîyên dualî di warên aborî, sîyasî û çandî de kirin.
Alûgurên Iraq û navçê û yekitîya alîyên sîyasî yên Iraqê jibo sekinîna himberî komployên dijmin û xêrnexwazên vî welatî ji mêhwerên din ên gotûbêja Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê û Rêberê Komela Islamî ya Kurdistanê bûn.