YNK`ê hewil dide nivîsgehekê li Enqerê veke
Endamekî Polîtboroya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê peywendîyên partîya xwe û Tirkîyê de ragihand ku piştî daxistina nivîsgeha vê partîyê li Enqerê, bi saya hewildana berpirsên YNK`ê û alîyên têkildar, nika peywendîyên di navbera her du alîyan de asayî bûne û her du alî gotûbêjê liser vekirina nivîsgeha wê partîyê li Enqerê dikin.
Seidî Ehmed Pîre Endamê Polîtboroya YNK`ê di civîneke çapemenîyê de ragihand ku bi saya hewildana berpirsên YNK`ê û alîyên têkildarpiştî girêdana nivîsgeha vê partîyê li Enqerê, nika peywendîyên di navbera her du alîyan de asayî bûne û her du alî gotûbêjê liser vekirina nivîsgeha wê partîyê li Enqerê dikin.
Sala buhurî piştî alozbûna peywendîyên di navbera hikûmeta Enqerê û YNK`ê de nuneratîya wê partîyê li Enqerê hat girêdanê û paşê jî Berpirsê Peywendîyên YNK`ê li Enqerê Bêhrûz Gelalî ji Enqerê hat derxistinê.